Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îspanya Dibêjin Welatê Wan bo Turîstan Cîhekî Ewle Ye


Wezîra Turîzmê ya Îspanya Reyes Maroto îro Înê dîyar kir ku welatê wan bu gerokan cîhekî ewle ye.

Her çiqas di rojên dawî de pêketinên vîrusa korona zêde dibin jî, Maroto dîyar kir ku ew nikarin rewişa giştî ya pandemîyê bi tenê ser pêketinan re dîyar bikin.

Maroto got ku divê hikûmet ser vê rewişê nekevin fikaran û bangên hişyarîyê nekin.

Karbidestên Fransa do Pêncşemê bang li welatîyên xwe kiribûn ku bo betlaneya havînê dûrî Îspanya û Portekîzê bisekinin.

XS
SM
MD
LG