Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îspanya Sanchez Wê Serdana Ukrayna Bike


Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez
Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez dê di rojên pêş de serdana Ukrayna bike.

Reutersê dîyar kir ku Sanchez dê li Kîev ya paytext bi hemtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re bicive.

Berî Sanchez, Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî di nav de jimareke rêberên Ewrupî bo piştgirîyên xwe yên bo Ukrayna nîşan bidin serdana wî welatî kiribûn.

Sanchez do Duşemê jî da zanîn ku ew dê balyozxaneya xwe ya li Kîevê jinûve vekin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kiribû û balyozxaneya Îspanya ya li Kîevê jî wê rojê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG