Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez dîyar kir ku ew dê 7,5 mîlyon vaksînên vîrusa korona bidin dewletên din.
Sanchez da zanîn ku ew dê vaksînan di serî de bidin welatên Amerîkaya Latîn.
Wî got ku vaksîn dê bi bernameya COVAX’ê werin belav kirin.
Ew bernameya belavkirina vaksînan dê vê hefteyê destpê bike û heta serê salê bidome.
Serokwezîrê Îspanya bi berdewamî da zanîn ku bo ew li alîkarîyê bidin Kuba jî hikumeta wî li bendê ye ku ew welat hin reforman çêke.