Polîsên Îspanya ragihandin ku serokê berê yê îstixbarata leşkerî ya Venezuela Hugo Carvajal hatiye girtin.
Dadgeha Îspanya bi qasî du salên berê pejirandibû ku Carvajal radestî Amerîka bike û wî ji wê çaxê vir ve xwe vedişart.
Polîsên Îspanya ji Twitterê dîyar kirin ku Carvajal li Madridê hatiye girtin.
Polîsan ser girtina Carvajal zêdetir agahî nedan û dan zanîn ku wî bi awayekî îzole jîyana xwe domandiye.
Parêzera Carvajal ya li Îspanya, Maria Dolores Arguelles girtina Carvajal piştrast kir, dîyar kir ku ew dê roja Înê derkeve pêş Dadgeha Bilind ya Îspanya, lê zêdetir agahî neda.
Carvajal generalekî kevn bû û alîgirê rêberê berê yê Venezuela Hugo Chavez bû.
Karbidestên Amerîkî ji mêj ve li Carvajal digerin û ew bawer dikin ku ger Carvajal bi wan re hevkarîyê bike ew dikarin ser îdiayên derbarê karên hişbirê yên Serokê Venezuela Nicolas Maduro zêdetir agahîyan bi dest xwe xin.