Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Banga li Rûniştvanên 20 Bajarokên Başûrê Lubnanê Dike ku Malên Xwe Vala Bikin


Dîmenek ji bajarokê Nebatîye
Dîmenek ji bajarokê Nebatîye

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê, navenda devera Nebatîye jî di nav de, bang li rûniştvanên pirtir ji 20 bajarokên li başûrê Lubnanê kir ku demûdest malên xwe vala bikin.

Pispor bi vê daxuyanîyê pêşbînî dikin ku operasyoneke din ya Îsraîlê nêzîk e, ku lawazkirina Hizbullahê dike armanc.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku çekdarên Hizbullah xwe di nava deveran sivîlan de vedişêrin loma daxwaza valakirina hin cîhan dike.

Îsraîl, ku ev nêzî salekê ye li Gaza bi Hamasê re şer dike, piştî du hefte êrîşên esmanî yên tund, leşkerên xwe şandibûn başûrê Lubnanê ku ew jî tirsa şerekî berfreh li herêmê mezintir kiriye.

Jêderên xwecîhî ragihand ku li nêzî veşartgeheke Hizbullahê ya li taxên başûrê Beyrutê sê pêqîn qewimîn û piştre dûmanên sitûr li esmên bilind bûn.

Lê, Hizbullah jî îdia kir ku çekdarên wê bombeyeke destçêkirî li dijî hêzên Îsraîlî peqand ku derbazî gundekî başûrê Lubnanê dibûn.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê dabû zanîn ku di êrîşên Îsralê de 9 kes hatine kuştin.

Wezaretê berî jî ragihandibû ku di encama şerê seranserê tixub de pirtir ji 1,900 kes di nava salekê de li Lubnanê hatin kuştin û 9 hezar kesên din jî birîndar bûn ku piranîya kuştinan di nava du hefyeyên borî de çêbûn.

Serokwezîrê demk yî Lubnanê Necîb Mikatî jî dîyar kiribû ku di encama êrîşên Îsraîlê de nêzî 1.2 mîlyon Lubnanî derbider bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG