Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku termên 6 dîlên destê Hamasê ji Kerta Gazayê hatin derxistin.
Bi vegerandina 6 terman, bawerî heye ku di destê Hamasê de 109 rehîne Gaza mane. Karbidestên Îsraîlî texmîn dikin ku dora yek ji sê wan 109 dîlan, mirîbin û aqûbeta yên mayîn jî nayê zanîn.
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku meytên Yagev Buchshtab, Aleksander Dancyg, Abraham Munder, Yoram Metzger, Nadav Popplewell û Chaim Peri piştî operasyoneke dijwar ji alîyê leşkerên Îsraîlî ve ji tunelên li binê bajarê Xan Yûnis, li başûrê Gaza hatin derxistin.
"Emê xebatên xwe yên jibo cîhaîna armancên vî şerî bidomînin ku vegerandina dîlan ya male tunekirina Hamasê ye," Gallant di daxuyanîyekê de got.
Serokwezîr Benjamin Netanyahu, ku jiber nebûna lihevkirineke jobo azadkrina rehîneyan bûye armanca rexneyên tund yên malbatan dîlan, got ku ewê xebata xwe bidomînin ku rehîneyan sax yan mirî vegerînin malê.
Hêjayî bîrxistinê ye ku piranîya rehîneyan di 7’ê Cotmehê de ji alîyê Hamasê ve hatibûn revandin.
Di destê Hamasê de 2 hemwelatîyên Îsraîlî ku berî 10 salan hatibûn dîl girtin û herwiha termên 2 leşkerên ku di sala 2014’an de hatibûn kuştin jî hene.
Hamas armanc dike ku di lihevkirineke bi Îsraîlê de, berdana hin Filîstînîyên li zindanên Îsraîlê misoger bike.
Komela Zindanîyên Filîstînî ya li Kenara Rojava dîyar dike ku di rewşa heyî de herî kêm 9,900 Filîstînî girtî ne.
Jêder: Reuters