Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Du Rojnamevanên Kuştî yên El Cezîre Terorîst Bûn


Artêşa Îsraîlê ser du rojnamevanên kanala El Cezîre îdia kir ku ew terorîst in.

Hamza Wael Dahdou û Mustafa Thuria, ku jibo AFP û hin ajansên din jî dixebitîn, roja Yekşemê li Refahê bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê hatibûn kuştin.

Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê, Dahdou û Thuria endamên rêxistinên terorî yên li Gaza bûne.

Artêşê dîyar kir ku Dahdou û Thuria berî êrîşa esmanî dron dixebitandine û dijî hêzên Îsraîlî gef dixwarine.

Ser daxuyanîya artêşa Îsraîlê, El Cezîre û malbatên kuştîyan hîn ti daxuyanî nedane.

Ji alîyê din ve Afrîqaya Başûr , Îsraîl li Dadgeha Cîhanê bi nîyeta komkujîyê tawanbar kir.

Parêzerê Dadgeha Bilind ya Afrîqaya Başûr Tembeka Ngcukaitobi dîyar kir ku nîyeta Îsraîlê heye ku dijî Filîstînîyên li Gaza komkujîyê bike.

Ngcukaitobi got ku ji operasyonên leşkerî yên Îsraîlê armanca Îsraîlê bi awayekî zelal xuya dibe.

Wî îdia kir ku Îsraîl bi tenê Hamas e dijmina xwe nabîne, ew dijî hemî Filîstînîyan jî bi awayê dijminane tevdigere.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG