Fermandarê Îsraîlî Kolonel Dr. Avî Banov îro Duşemê got ku hin dîlên ku ji Gazayê hatine berdan heta heşt mehan di tunelên Hemasê de hatine girtin, ji ronahîya rojê bêpar man û têkilîya mirovî bi wan re tunebûye.
"Hinek ji wan dîlan ji me re got ku ew di çend mehên borî de bi tevahî di tunelên binê erdê de bûn û hin ji wan di tevahîya dema ku li wir, tenê, bi serê xwe bûne,” Banov got.
Artêşa Îsraîlî çavdêrîya yekê ya kontrolên saxlemîya wan rehîneyan dike ku digihêjin axa Îsraîlê.
Li gor Banov Îsralîyên dîlgirtî gotiye ku dermankirina wan di rojên berîya berdana wan de çêtir bûye û hîngê destûr ji wan re hat dayîn ku serşokê bi kar bînin, kincên xwe biguherînin û xwarinên çêtir wergirin.
Banov got ku jiber nepenîya rehîneyan, ew bikare eşkere bike ku li ser kesên azadkirî nîşaneyên îşkence yan destdirêjî hene yan ne.
“Sê sivîlên ku di roja yekê ya agirbestê de hatin berdan, roja Yekşemê ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Çar leşkerên ku di roja duyê pêvguhertina dîlan de, roja Şemîyê hatin berdan, hîn jî li navendeke bijîşkî tên derman kirin,” Banov got.
Hêjayî balkişandinê ye ku li ber e 26 dîlên jin, zarok, kalûpîr, nexweş û birîndar di qonaxa yekê ya agirbesta 6 hefteyî de werin berdan.
Jêder: Reuters