Çekdarên bi pêşengîya Hamasê di çarçevoya agirbesta bi Îsraîlê re, ku di 19’ê Rêbendanê de destpê kiriye, îro Pêncşemê li Gaza 7 dîl azad kirin.
Li ber e ku Îsraîl jî 110 girtîyên din yên Filîstînî berde.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 7 dîlên ku hatine berdan, ku 2 Îsraîlî û 5 jî Taylandî ne, radestî Xaça Sor hatine kirin û niha di parastina wê de ne.
"7 dîlên ku hatin berdan niha bi hêzên taybet û hêzên Ajansa Ewlekarîya Îsraîlî vedigerin axa Îsraîlê, li wir ewê ji kontrola bijîşkî werin derbaz kirin," artêşê got.
Pevguhertina çaran jibo dawîya hefteyê tê plan kirin, lê Hamas roja Çarşemê Îsraîl tawanbar kiribû ku bi astengkirina alîkarîyên jibo Gaza, peymanê dixe xeterîyê, îdiayek ku Îsraîl wek "nûçeya derew" red kir.
Li gor ofîsa Netanyahu, di pevguhetina guhastina roja Şemîyê de wê sê dilên Îsraîlî yên mer werin berdan.
Koma Parêzvanîya Girtîyên Filistînî got ku Îsraîl jî di berdêla 3 Îsraîlîyan de 110 girtîyan wê berde, ku di nav wan de 30 kesên temenbiçûk hene.
Çaverê ye ku bi giştî 33 dîlên Îsraîlî di berdêla nêzî 2 hezar girtîyên Filîstînî de, di qonaxa yekê ya agirbestê ya şeş hefteyî de werin berdan.
Îsraîl dibêje ku wê ji Hamasê agahî girtiye ku 8 ji wan dîlan yan di êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan de, yan jî di dema dîlgirtinê de mirine.
Jêder: AP, Reuters