Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên Filîstînî Dibêjin di Êrîşên Îsraîlê de 72 Kês Hatine Kuştin


Filîstînîyek piştî êrîşeke Îsraîlî li Xan Yûnis li kesên sax digere
Filîstînîyek piştî êrîşeke Îsraîlî li Xan Yûnis li kesên sax digere

Karbidestên Filîstînî got ku êrîşên leşkerî yên ji şeva borî vir ve herî kêm 72 kes Îsraîlê li seranserî Kerta Gaza kuştine.

Wezareta Saxlemî ya Gaza got ku di êrîşeke ser xanîyên li bajarê Xan Yûnis ya başûrê Gaza herî kêm 38 kes hatin nkuştin ku gelek ji wan jin û zarok bûn.

Hevdem, artêşa Îsraîlî jî ragihand ku hêzên wê di êrîşên esmanî û yên bejayî de hejmareke çekdarên Filîstînî li başûrê Kerta Gazayê kuştin û binesazîyên leşkerî ji rûxandin.

Karbidestên saxlemîyê ragihand ku li bakurê Gaza, li dora bajarokê Cebelîyê bûye armanca êrîşên berdewam.

Karbidestan got ku hêzên Îsraîlî avêtin ser Nexweşxaneya Kemal Edwan ku yek ji sê navendên saxlemî yên vekirî ye û di bin mercên dijwar de xizmetê dide.

Jêderên saxlemîyê herwiha dîyar kir ku êrîşên Îsraîlî yên ser sê xanîyên li nêzî bajarokê Beyt Lahîyê li Gaza 25 kes kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin.

Demeke paştir ya îro, jêderên saxlemîyê da zanîn ku êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li kampa Şatî ya li bajarê Gaza 9 kes kuştin û hejmara giştî ya kuştîyan ji şeva Pêncşemê heta niha gihîşt 72 kesan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor jêderên Filîstînî heta niha 43 hezar kes di operasyonên tolhilder yêm Îsraîlê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG