Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku 5 leşkerên wê li Gaza bi guleyên tankên Îsraîlî, bi şaşî hatine kuştin.
Li gor ragihandina artêşê, tankan gule çep û rast firandine û di bûyerê de 3 leşkerên din jî birîndar bûne.
Tevî 5 leşkerên dawî hejmara leşkerên kuştî yên Îsraîlê yên ji meha Cotmehê vir ve rabû 273’yan.
Ji alîyê din ve Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku çêkirina bendergeheke demkî ya li berava Gaza hatiye qedandin û ewê jibo alîkarîyan roteyeke nû were çêkirin.
Fermandarîya Navendî ya Amerîka ragihand ku wê kamyonên alîkarîyê di rojên pêş de herin ser erdê û dîyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo belavkirina alîkarîyan berpirsîyê bigire ser xwe.
Korîdora nû ya deryayî ji çend beşan çêbûye ku alîkarî berê li Qibrisê têne kontrol kirin. Barên alîkarîyê piştre diçin bendergeheke demkî ya li Gaza, ku Amerîka bi rêve dibe, û ji wir kamyon wan alîkarîyan bi botên biçûk dibin beravên Gaza.
Ew hewildan jibo şandina pêdivîyên bingehîn yên wek xwarin û dermanan e.
Hin komên alîkarîyê dibêjin ku çareserîya herî baş ne rêka deryayî ye û dîyar dikin ku jibo alîkarîyeke berfireh divê rêkên bejayîyê werin vekirin.
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant do Çarşemê serokwezîrê welê Benjamin Netanyahu jiber çênekirina planeke ser birêvebirina Gaza rexne kir.
Lê, Netanyahu ser rexneyan got ku heta tevahîya çekdarên Hamasê neyên pûç kirin çêkirina planekê bi kêr naye.
Gallant dîyar kir ku bi qasî 2,3 mîlyon Filîstînîyên li Gaza naxwazin ku Îsraîl li herêmê kontroleke leşkerî yan jî sîvîl çêke.
‘’Ji meha Cotmehê vir ve ez her tim vê mijarê dibim rojeva civîna wezîran, lê heta niha min ti bersîv nestandiye.’’
Wî dîyar kir ku ew bang li Netanyahu dike ku ragihîne ku ewê li Gaza kontroleke sîvîl çêneke û got ku divê rêvebirîyeke ku alternatîfa Hamasê ye demûdest were çêkirin.
Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û hêzên Îsraîlî jî operasyon birin ser Gaza ku Netanyahu jimareke caran red kir ku planeke ser rêvebirîya piştî şer ragihîne.
Amerîka, ku jibo dayîna çekan hevbenda li pêş ya Îsraîlê ye, jibo herêmê çareserîyeke bi du dewletan dixwaze û banga geşkirina Rêvebirîya Filîstînîyan dike.
Netanyahu û koalîsyona rastgir ya li desthilatê bi tundî dijî çareserîya bi du dewletan disekine.
Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ku ger Hamas li herêmê be nîqaşên ser rêvebirîyê wê pûç bin.
Wî dîyar kir ku jibo çêbûna zemîneke din divê ew berê Hamasê pûç bikin û li hincetên din negerin.
Gallant got ku li Gaza tevgereke leşkerî heye û divê hewildaneke sîyasî jî destpê bike.
Wezîrê Îsraîlî dîyar kir ku çêbûna rêvebirîyeke ku alternatîfa Hamasê ye wê berî her tiştî kêrî dewleta Îsraîlê were.
Wezîrê Ewlekarîya Neteweyî Itamar Ben-Gvir, ku bi sîyaseta xwe tundrê ya rastgirîyê tê nas kirin, Gallant jiber gotinên wî rexne kir.
Ben-Gvir dîyar kir ku Gallant dema êrîşên 7’ê Cotmehê têk çûye û got ku ew îro ro jî têk diçe.
Wî got jibo ew armancên xwe yên şer bi dest bi bixin divê wezîrê berevanî biguhere.
Karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.
Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir 35,200 kes hatine kuştin.
Sîvîl û çekdar jî di wê hejmarê de ne, lê rêvebir dîyar dikin ku piranîya kuştîyan jin û zarok in.
Îsraîl dibêje ku wê pirtir ji 14,000 çekdar û li dora 16,000 sîvîl kuştine.
Jêder: VOA, AP, AFP, Reuters