Karbidestekî Îsraîlî got ku li ser ti agirbesteke li Gazayê lihevkirin çênebûye, tevî ku rêberê Hamasê Îsmaîl Haniyeh demek zûtir ya îro navbeynkarên Qatarî û Misir agahdar kiribûn ku wan pêşnîyara agirbestê qebûl kiriye.
Karbidestê Îsraîlî ji Reutersê re got ku pêşnîyara ku Hamasê qebûl kiribû, versîyoneke nermkirî ya pêşnîyara Misirê ye ku tê de hinên nemaqull hene ku Îsraîl nikare qebûl bike.
"Wisa xuya dike ku ev sextekarêyekê ku armanc dike Îsralê wek alîyê ku naxwaze peymanek çêbe, nîûan bide,” karbidestê Îsraîlî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansê re got.
Hêjayî balkişadinê ye ku daxuyaniya Hamasê ya ser rêketinê çend saet piştî biryara Îsraîlê hat ku fermana valakirina hin beşên Refahê dabû.
Jêder: Reuters