Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê fermandarê Hamasê li bajarê Cenînê yê Kenara Rojava, Aysar el-Saadî kuşt.
Artêşê Îsraîlê got ku di operasyoneke jibo girtina berpirsê tora Hamasê ya xwecîhî Saadî de, ew li Cenînê hate kuştin û sê endamên din yên Hamasê jî zindî hatine girtin.
Hamas, ku di heman demê de hebûna xwe ya bi hêz li Kenara Rojava ava kiriye, kuştina el-Saadî piştrast kir, lê got ku ewê bandorê li pêgirîya wê ya dijî Îsrîalê neke.