Karbidestên Îsraîlî ragihand ku îro Pencşemê 2 milîtanan bi çekan êrîşê sekenokeke otobusê ya şênîbar li Orşelîmê kiriye .
Di encama êrîşê de herî kêm 3 kes hatine kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Karbidestên ewlekarî yên Orşelîmê da zanîn ku her du êrîşkar li cîhê bûyerê, ji alîyê du leşkerên Îsraîlî yên li nêzî rawestgehê hatine kuştin.
Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê rastgir Îtamar Ben-Gvir li bûyerê êrîş bi tundî şemezar kir.
“Ev bûyer careke din piştrast dike ku divê em qelsiyê nîşan nedin û bi Hamasê re tenê bi rêya çekan û bi rêya şer biaxifin."
Hamasê jî got ku ew êrîş weke bersîveke xwezayî ya dijî tawanên nedîtî yên Îsraîlê hatiye kirin.
“Kesên ku êrîş pêk anî, endamên me bûn û wek bersîveke xwezayî li hember tawanên nedîtî yên ku dagîrkeran, ew çalakî pêk anîn.”
Lê, Hamasê bi eşkereyî rasterast berpirsîya êrîşe negirt ser xwe.
Heya niha ti daxuyanî yan nîşan tuneye ku ew êrîş bibe sedema betalkirina sekinandina şer û berdana plankirî ya dîl û girtîyan ku jibo roja heftan hatibû dirêj kirin.
Îsraîl û Hamas demeke zûtir ya îro hevbîr bûbûn ku agirbesta li Gaza bo roja hefta careke din dirêj bikin.
Arteşê Îsraîlê, ku wek merca domandina agirbestê ji Hamasê xwestibû ku rojane herî kêm 10 dîlan berde, ragihand ku Hamasê di kêlîya dawî de lîsteyeke nû ya kesên ku îro azad bike, daye û wê jî jinûve destpêkirina şer sekinandiye.
"Jiber hewlên navbeynkaran ser berdewamkirina pêyvajoya azadkirina dîlan û li gor şertên vê çarçovê, rawestana operasyonê wê bidome," arteşê Îsraîlê tenê çend deqîqe berî dawîbûna agirbestê ragihand.
Hamasê ku do Çarşemê di berdêla 30 girtîyên Filistînî de, 16 dîlên din berdabûn, dîyar kir ku agirbest wê îro di roja hefta de jî bidome.