Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê di dema êrîşa mezin ya ser nexweşxaneya serekî ya Gazayê bi sedan çekdarên Hamas û Cîhada Îslamî desteser kirin ku di nava wan de berpirsên ewlekarî û fermandarên leşkerî jî hene.
Hêzên Îsraîlê, ku Duşemê serê sibê ketibûn Nexweşxaneya Şîfa ya Gazayê, heta niha lêgerîn û operasyonên paqijkirinê didomînin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew nexweşxane beşeke tora tunelên binerdî ya milîtanên Filîstînî bi kar tînin.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Amîral Daniel Hagari got ku hêzên wan taktîkên taybet yên xapandinê bi kar anîn ku çekdarên Filîstînî matmayî bikin û zararên mezin gihandin Hamas û Cîhada Îslamî.
“Di nav kesên desteserkirî de sê fermandarên Cîhada Îslamî û 2 berpirsên Hamasê, berpirsê operasyonên li Kenara Rojava û herwiha berpirsên din ên ewlekarîya navxweyî ya Hamasê hene. Yên ku teslîmî hêzên me nebûn, li dijî hêzên me şer kirin û hatin tune kirin.
Hagarî da zanîn ku hezên wan bi sedan milîtan kuştine û pirtirt jî 500 berguman binçav kirine ku di nava wan de 358 endamên Hamas û Cîhada Îslamî hene.