Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje Heta Niha 200 Îsraîlî Hinda Ne


Hêzên Berevanî yên Îsraîlê (IDF) ser rewşa kesên ku ji alîyê Hamasê ve piştî êrîşa 7'ê Cotmehê hatibûn revandin, yan heta niha hinda ne, agahîyên nû ragihandin.

IDF dîyar kir ku li gor zanyarîyên wan 200 Îsraîlî hinda ne û di derbarê cîhên wan kesan de di destê wan de ti agahî tuneye.

IDF got ku ew texmîn dikin ku piranîya kesên dilgirtî sax in, lê ne dîyar e ku bi giştî çend kes li Gazayê têne girtin.

IDF da zanîn ku ji hemî dilgirtîyan, temenê pirtir ji 20 kesan di bin 18 salî de ye û 10-20 ji wan jî, ser 60 salî ne.

Ebu Ubeyda, berdevikê Tugayên El-Qassam ku baskê leşkerî ya Hamasê ye roja Duşemê ragihandibû ku di destê wan de herî kêm nêzîkî 200 Îsraîlî hene û jimareke din jî di destê çekdarên din yên li Gazayê ne.

Ebu Ubeyda gotibû ku jiber bombebarana berdewam ya Îsraîlê ew nikarîn hejmara rastîn ya dîlan zelal bikin.

XS
SM
MD
LG