Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku dîlê Îsraîlî Sahar Baruch meha borî dema hêzên wan yên taybet xwestine wî rizgar bikin hatiye kuştin.
Hamasê meha borî kuştina dîlê bi navê Sa’ar Baruch ragihandibû.
Di daxuyanîya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku niha ne pêkan e ku ew şertên kuştina Sahar eşkere bikin.
Artêşê dîyar kir ku hîn ne Zelal e ku Sahar ji alîyê Hamasê ve yan ji alîyê hêzên wan ve hatiye kuştin.
Baruch di nav wan 240 dîlan de bû ku 7’ê Cotmehê di êrîşên Hamasê de dîl hatibû girtin.
Ji wê demê vir ve bi navbeynkarîya Qatar û hin dewletên din pirtir ji 100 dîl hatin berdan û dîlek jî ji alîyê hêzên Îsraîlê ve hat rizgar kirin.
Li Gaza bi kêmî ve 123 dîl mane û tê ragihandin ku kêmî ve 23’yê wan ji alîyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Jêder: Gazete Duvar