Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ser bombebarana do Sêşemê leşkerî Lubnanê kuştiye û 3 leşkerên din yên wî welatî birîndar kirine, vekolînê dike.
Artêş Îsraîlê îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku armanca bombebaranê ne hêzên Lubnanî bûye û ew jiber vê bûyerê jî xembar in.
Karbidestên leşkerî yên Lubnanî dîyar kiribû ku leşkerekî wan li navenda artêşê ya li başûrê welêt bi bombebarana Îsraîlê hatiye kuştin.
Li gor daxuyanîya artêşa Îsraîlê, hêzên wan jibo berevanîya rêwa êrîş birine ser navendeke li Lubnanê ku ji alîyê Hizbulahê ve hatiye karanîn.
Îsraîl û Hizbulah ya navenda wê li Lubnanê ye ji şerê Hamas û Îsraîlê vir ve, ku 7’ê Cotmehê destpê kiribû, pev diçin.
Hêzên Berevanîya Aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî, UIFIL ragihand ku di pevçûnan de cara pêşî leşkerî Lubnanê hatiye kuştin, lê di navbera Lubnan û Îsraîlê de ti şer çênebûye.
Wezareta Derve ya Fransa jî ser kuştina leşkerê Lubnanê bi daxuyanîyekê fikara xwe bilind kir bang li hemî alîyên şer kir ku bi baldarî tevbigerin.
Jêder: AFP