Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Dibêje Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê Herî Kêm 100 Kes Kuştine


Piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê dûman ji başûrê Lubnanê bilind dibe
Piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê dûman ji başûrê Lubnanê bilind dibe

Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên dijî bi sedan armancên Hizbullahê, li gor agahîyên Lubnanîyan herî kêm 100 kes îro Duşemê hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên îro yên Îsraîlê de herî kêm 100 kes hatine kuştin ku di nav de jin, zarok û karmendên pizîşkî jî hene û herwiha pirtir ji 300 kesên din jî birîndar bûn.

Îsraîl hişyarî da welatîyên Lubnanê ku ji deverên ku şervanên Hizbullahê çekan dihêwînin dûr bisekinin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi daxuyanîyekê li ser platforma X got ku heta niha pirtir ji 300 armancên Hizbullahê hatine lêdan.

Wî bi xist ku wan demeke zûtir ya îro hişyarî dabû hemwelatîyên Lubnanê ku ji xanîyên ku Hizbullah çekan vedişêre dûr bisekinin jiber ku ewê êrîşên esmanî li jî wan cîhan pêk bîbin.

Êrîşên herî dawî di vê demê de tên ku Îsraîl û Hizbullah pevguhertina bi roketan êrîşî hevdu dikin û Îsraîl jî hêdî hêdî bala xwe dide ser sînorê xwe yê bakur, ku Hizbullah jibo piştgirîya hevbenda Hamasê, roketan diavêje Îsraîlê.

Wezîrê Berevanî ya Îsraîlê Yoav Gallant di vîdyoyeke ku roja Duşemê ji alîyê ofîsa xwe ve hat weşandin de got ku ew êrîşên xwe yên li hindurê Lubnanê kûrtir dikin. “Heta ku em hemwelatîyên xwe li herêmên bakur bi silametî vegerînin malên xwe, emê kiryarên xwe bidomînin," Gallant got.

Hêjayî balkişandinê ye ku êrîşên esmanî givaştinên li ser Hizbullahê zêde kirine, ku hefteya borî, bi gotina rêberê wê Hasan Nasrallah rastî êrîşeke nedîtî hatibû. Tevî ku Îsraîl bi wê êrîşê elektronîk hatibû sûcdar kirin, weke her car Îsraîlê ew êrîş ne red ne jî piştrast kiribû.

Hizbullah jî îro ragihand ku hêzên wê wek bersîvdana êrîşên Îsraîlê roket hinartine bingehên leşkerî yên Îsraîlê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG