Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Dewleta Sûrî Dibêje Êrîşên Îsraîlê Herî Kêm 16 Kes Kuştin


Avahîyeke ku drîşa ser balyozxaneya Îranî ya li Şamê de hilweşîye (01/04/2024)
Avahîyeke ku drîşa ser balyozxaneya Îranî ya li Şamê de hilweşîye (01/04/2024)

Medyaya dewleta Sûrî îro Duşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de 16 kes şeva borî li rojavayê Sûrîyê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan ya SANA ya dewleta Sûrî li ser zarê jêderekî leşkerî ragihand ku Îsraîlê di saet dora 11:20 şevê dest bi êrîşan kir û jimareke xalên leşkerî kirin armanc.

SANA da zanîn ku sîstema berevanîya esmanî ya Sûrî jî hin muşekên Îsraîlî anîne xwarê, lê wê ti hûrgilîyên din nedan.

Ajansa dewleta Sûrî bi berdewamî got ku di êrîşan de 36 kes birîndar bûn û rewşa 6 ji wan giran e.

Wezareta Derve ya Sûrîyê êrîş şermezar kir û weke kiryareke tundrê bi nav kir.

Wezaretê di daxuyanîya nivîskî de dîyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de xencî 16 kuştî û 36 birîndaran, li hin taxên sivîlan zararên girîng çêbûne.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê Nasir Kenanî jî got ku Tehran “êrîşa tawankar" li Sûrîyê şermezar dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev kiryar ji dema êrîşa ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê ya Nîsana borî vir ve, êrîşa herî kujer ya Îsraîle ye ku ji alîyê karbidestên Sûrî ve hate ragihandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG