Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Divê Cîhan Êrîşên Tirkîyê yên Ser Kurdên Sûrîyê Bisekinîne


Kurdên Îsraîlê jibo Kurdên Sûrîyê di xwepêşandanekê de ne (19/10/2019)
Kurdên Îsraîlê jibo Kurdên Sûrîyê di xwepêşandanekê de ne (19/10/2019)

Rêvebirê Giştî yê Wezareta Derve ya Îsraîlê Eden Bar Tal îro Sêşemê got ku divê Tirkiye rûbirûyê givaştinên hêzên cîhanê bibe ku êrîşên li ser Kurdan li bakurê Sûrîyê bisekinîne.

“Divê civaka navnetewî ji Tirkîyê bixwazin ku dest ji van êrîş û kuştinan berde. Divê Kurd ji alîyê civaka navnetewî ve werin parastin,” Tal di preskonferansekê de ji rojnamevanên bîyanî re got.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Îsraîlê di vê dawîyê de pir caran bi eşkereyî daxwaza parastina Kurdên Sûrîyê dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG