Îsraîlê îro Înê ragihand ku planên ser naskirina dewleta Filîstînê wê danûstandinên jibo çareserîyê qels bike û bibe ‘’xelata terorîzmê’’.
Îspanya roja Înê dîyar kiribû wê bi Îrlanda, Malta û Slovenya re li hev kiriye ku jibo aştîya Rojhilata Navîn ser naskirina dewleta Filîstînê ya li Gaza û Kenara Rojava hin gavan biavêje.
Gaza ji demeke dirêj vir ve di bin kontrola Hamasê de ye ku ew rêxistina Îslamî aştîya bi Îsraîlê re red dike. Bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê re tundûtûjîya li Kenara Rojava jî gurtir bû.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ji X’ê dîyar kir ku naskirina dewleta Filîstînê wê jibo Hamas û rêxistinên din şabaşeke sîyasî be.
Katz got ku çareserîya jibo herêmê divê bi danûstandinên rastexwe çêbe.
‘’Hemî hewildanên jibo naskirina dewleta Filîstînê wê çareserîyê dereng bixînin û wê bêîstiqrarîya herêmê mezintir bikin.’’
Wî eşkere nekir ku çareserîya Îsraîlê ya jibo herêmê çi ye.
Îsraîl ji demeke dirêj vir ve ye dewleta Filîstînê red dike û ew jiber vê helwestê bi dewletên Rojavayî yên planeke dîplomatîk dixwazin re rûbirû dimîne.
Jêder: Reuters