Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman got ku Îsraîl dê hevkarî bi vekolîneke serbixwe ya ser tundî û tûjî neke.
"Ez wan kesên dûrû ku daxwaza komîsyoneke vekolînê dikin, fem nakim. Hêşa wan tevlihev bûye û wan hizir dikir ku Hamas festîvaleke muzîkê li dar dixist û divîbû me kulîlk bidana wan.”
Lieberman, Hamas tawanbar kir ku jibo veşartina kiryarên xwe yên tund û tûj, jin û zarok bi kar tînan.
Lê, gelek Fîlîstînî yên birîndarbûyî digot ku ew ne beşeke xwepêşanderên leşkerî bûn û hin ji wan nêzî sîma dîwarên ser sînor jî nebûbûn.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka daxuyanîyeke Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, ku daxwaza vekolîna tundî û tûjî dikir, blok kiribû.