Rûniştvanên bajarê Gaza radigihînin ku firokên Îsraîlê li avahîyeke bilind xist. Êrîş çend demjimêr piştî ku mîlîtanên Fîlîstînî bi roketên dûravêj êrîş birin ser Îsraîlê pêk hat.
Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî ji Reutersê re got ku di êrîşa esmanî de, herî kêm 4 kes birîndar bûn.
Karbidestên Îsraîlî daxwaza daxuyanîyekê ji Reutersê red kir û heta niha ti daxuyanî neda.
Dîdevanan ji ajansê re got ku jimareke avahi bi hêza peqînan hejîyan û toz û dûyên stûr li esmanê bilind bûn.