Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Her Sal bi Hezaran Afrîkî Derbazî Îsraîlê Dibin


Her Sal bi Hezaran Afrîkî Derbazî Îsraîlê Dibin

Di her mehekê de nêzîkî 2,000 Afrîkî bi rêkên ne qanûnî derbazî axa Îsraîlê dibin û hikûmeta Îsraîlê pirsa koçberiya Afrîkiyan wek gefeka mezin dibîne.

Kabîneya hikûmeta Îsraîlê planek pejirand ji bo serderî kirin ligel vê pirsê. Li gorî wê planê, Îsraîl dîwarekê parastinê li ser sînorê xwe ligel Misirê ava dike bi bayê 167 milyoan Dollaran.

Serokwezîrê Îsraîlî Nenjamin Netanuyahu dibêje ku koçberiya ne qanûnî gefeke rijd e bo ser aborî, civak û parastina Îsraîlê.

Her ji sala 2006’ê vir ve, herî kêm 40,000 koçberên ne qanûnî yên Afrîkî derbazî Îsralê bûne, ku piraniya wan xelkê Sudan û Erîtrea ne.

XS
SM
MD
LG