Berdevikê artêşa Îsraîlê Richard Hecht îro Sêşemê ragihand ku wan herî kêm 1, 500 çekdarên Hamasê kuştine.
Hecht dîyar kir ku hêzên Îsraîlî li başûrê welêt rewşa heyî bi giştî xistiye bin kontrola xwe û ser sînor jî kontrol jinûve bi dest xistiye.
Hecht got ku ji şeva borî vir ve ti çekdarên Hamasê derbazî Îsraîlê nebûne, lê hîn jî metirsî heye ku çekdar derbazî nav axa Îsraîlê bibin.
Îsraîlê berî niha ragihandibû ku Hamasê 900 leşker û sivîlên Îsraîlî kuştine.
Karbidestên Filîstînî jî ragihandibû ku li Gaza û Şerîaya Rojava nêzî 700 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.