Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl bi 80 Balafirên Şer Tehranê Dike Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Şemîyê ragihand ku Hêzên Esmanî yên Îsraîlê bi bêhtirî 80 balafirên şer Tehrana paytexta Îranî kirine armanc.

IDF li ser platforma X’ê got ku,” Zêdetirî 80 balafirên şer ên Hêza Esmanî ya Îsraîlê li Tehran û navenda Îranê li binesazîya leşkerî ya girîng a rejîma Îranê xistin.”

IDF anî ziman ku yek ji armancan ew bû “Zanîngeha leşkerî ya Îmam Huseyîn a Supaya Pasdaran ku ji bo perwerde û komkirina efserên Pasdaran tê bikaranîn.”

Ew dibêje her aiha “bingehên enbarkirina mûşekên balîstîk, jêrxaneya fermandarîya mûşekên bin erdê, û cihên avêtinê yên ku li rojava û navenda Îranê ne û li dijî Îsraîlê tên bikaranîn,” di nav armancan de bûn.

“Ev êrîş şiyana rejîma Îranê ya gulebarankirina sivîlên Îsraîlî kêm dikin,” IDF got.

XS
SM
MD
LG