Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîlê bo Cara Yekê Serdana Behreynê Dike


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid. Wêne: AFP
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid. Wêne: AFP

Wezîrê Derve yê Îsraîlê îro Pêncşemê gihişt Behreynê, wekî serdana payebilind ya yekê ji alîyê karbidestekî Îsraîlî ve bo welatê Kendavî ji dema destpêbûna peywendîyên dîplomatîk di navbera herdu alîyan de.

Yair Lapid gihişt paytexta Behreynê, Manama, jibo pêkanîna civînan ligel hevtayê xwe yê Behreynî û herwiha jibo vekirina fermî ya balyozxaneya Îsraîlî. Ev serdana yekê ye ya wezîrekî hikûmeta Îsraîlî.

Piştî gihiştina Lapid, fîrmeya hêlên esmanî ya Behreynê Gulf Air geşta esmanî xwe ya esmanî ya yekê di navbera Manama û Tel Avîv de ragihand.

Şanda diplomatîk ya Îsraîlî dê ligel hevtayên xwe yên Behreynî kom bibin û çend rêkeftinan îmze bikin da ku peywendîyên wan yên dualî bihêztir bibin. Di nav van rêkeftinan de peymanên aborî û hevkarîya navbera nexweşxane û kompanîyên avê jî hene.

“Em Behreyn wekî hevparekî girîng dibînin, hem li ser asta peywendîyên dualî û hem jî wekî pirekê jibo hevkarîya bi welatên din yên herêmê re,” Lior Haiat, berdevkê wezareta derve ya Îsraîlê got.

Bi alîkarîya Amerîkayê, Îsraîl sala borî peywendîyên xwe yên bi çar welatên Ereb re damezrand, wekî beşek ji "Rêkeftinên Abraham." Ew welat jî ev in: Behreyn, Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (Îmarat), Mexrib û Sûdan.

XS
SM
MD
LG