Îsraîlê lîsteka 20 rêxistinên seranserî cîhanê belav kir ku endamên wan hatin qedexekirin ji derbasûna Îsraîlê ji bo piştgiriya wan a boykutkirina Îsraîlê.
Wezîrê karûbarên Stratejîk Gilad Erdan îro Yekşemê got gurûpên di lîsta reş de ewin yên ku bi awakî sereke li dijî Îsraîlê bi berdewamî kar dikin û “ helmeta tawanbarî û derewan” birêve dibin.
Ev lîst beşeke ji hewlên Îsraîlê dijî tevgerên navnetewî yên ku banga boykutkirina Îsraîlê dikin li dor siyasetên wê li gel Filestîniyan.
Ne zelale ev qedexekirin dê çawa bête cîbecîkirin lê dê bandorê bide ser deh hezaran kes.
Di nav wan gurûpan de, rêxistina Cihû ya bi navê Dengê Aştiyê ku bingeh li Amerîka ye, û bêhtirî 13 hezar endamên wê hene.
Hin gurûpên li Frensa, Çîlî û Başûrê Afrîqa jî di nav wan gurûpan de ne.