Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Rêkeftina Berdana Dîlan Erê Dike


Hikûmeta Îsraîlê derengî Sêşemê rêkeftina jibo berdana dîlên Îsraîlî yên di destê mîlîtanên Hamasê de erê kir.

Li gor vê rêkeftinê, dê artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li Kerta Gazayê 4 rojan rawestîne, hember wê yekê dê bi kêmî 50 dîlên Îsraîlî yên ku ji 7'ê Cotmehê de di destê Hamasê de werin berdan. Hatiye ragihandin ku piranîya van dîlan jin û zarok in.

Ji bilî dîlên Îsraîlê, dê hejmareke dîlên Filîstînî yên di destê Îsraîlê de jî werin berdan. Lê daxuyanîya hikûmeta Îsraîlê bi awayekî rasterast behsa hûrgilîyên wê yekê nekir.

Wekî beşek ji rêkeftinê, dê herwiha rê were dayîn bo rêxistina Xaça Sor ya navnetewî ku xwe bigihîne dîlên din yên di destê Hamasê de.

Hikûmeta Îsraîlê dibêje 239 dîl piştî êrîşa 7'ê Cotmehê ya Hamasê ser Îsraîlê ketine destê rêxistina Îslamî.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berî erêkirina rêkeftinê ragihand ku rola Serokê Amerîkî Joe Biden di başkirina mercên rêkeftinê de hebû.

Li gor hinek jêderên Îsraîlî, dibe ku prosesa berdana dîlan roja Pêncşemê destpê bike. Lê karbidestên Îsraîlê hîn demeke nîşankirî diyar nekirine.

Jêdereke leşkerî ya Îsraîlê eşkere kir ku artêşa Îsraîlê dê êrîşên xwe li Gazayê bidomîne heta ku dîlên Îsraîlî bi awayekî fermî derbazî Îsraîlê bibin.

Jêder: CNN, Jerusalem Post

XS
SM
MD
LG