Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Operasyonên Xwe li Seranserê Gaza Didomîne


Leşkerekî Îsraîlî li Gazayê (15'ê Tîrmehê, 2024).
Leşkerekî Îsraîlî li Gazayê (15'ê Tîrmehê, 2024).

Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya esmanî û bejahî li Kerta Gazayê berdewam kir.

Karbidestên saxlemîyêli Gazayê dibêjin ku termên pênv Filîstînîyan hatine dîtin piştî ku êrîşeke esmanî ya Îsraîlî xanîyek li kampa ya Megazî derbideran li naverasta Gazayê kiribû armanc.

Herwiha, karbidestên nexweşxaneyekê li bajarê Deîr el Beleh ragihand ku sê kes di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Ajansa Associated Press got ku di wê êrîşê de kesek ser kolanê hate kuştin û bi kêmî şeş kesên din jî birîndar bûn.

Hîn jî derbarê çarenivîsa rêberê hêzên leşkerî yên Hamasê ku armanca êrîşeke esmanî ya Îsraîlê roja Şemîyê bû pirs hene.

Karbidestên saxlamîyê yên xwecihî got ku bi kêmî 90 kes di êrîşeke esmanî de li devera el Masawî ya nêzîkî Xan Yûnis hatine kuştin. Îsraîl berê ew dever wekî cihekî ewle jibo derbiderên Filîstînî ragihandibû.

Îsraîl dibêje ku êrîşê Mihemed Deyf dikir armanc. Deyf wekî mejîyê li paş plankirina êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê tê li başûrê Îsraîlê tê dîtin. Di wê êrîşê de mîlîtanên Hamasê 1,200 kuşt û bi kêmî 250 kes dîl girt. Di encamê de jî şerê Gazayê derket holê.

Li gor wezareta saxlemîyê li Gazayê, êrîşên esmanî û bejahî yên Îsraîlê bi kêmî 38,500 kuştine û pirtir ji 88,800 birîndar kirine.

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG