Dîlgirtîya Îsraîlî ya 7’ê Cotmehê ji alîyê çekdarên Hamasê ve hatibû revandin û do hatibû berdan, got ku gava ew birine Gaza li wê dane û dûre bi awayekî baş li wê nihêrîne.
Yocheved Lifshitz ya 85 salî ji wan du jinan e ku do hatibûn berdan.
Hevjînên her du jinan tevî bi qasî 220 dîlên hîn jî li Gaza ne.
Lifshitz piştî hate berdan li pêş Nexweşxaneya Tel Avîvê ji rojnamevanan re dîyar kir ku wê du hefteyan wek ku dojeh dîtiye.
‘’Ketin mala me. Li mirovan xistin. Ne gotin pîr e ne gotin ciwan e ji Nir Ozê însan revandin.’’
Wê got ku ew bi motorsîkletê birine Gaza û hin çekdarên ciwan di rê de li wê dane.
Lifshitz dîyar kir ku hestiyên wê neşikîyane, lê canê wê êşîye û nefes li wê çikîye.
Medyaya Îsraîlê dîyar dike ku li Nir Ozê berî êrîşan 400 kes hebûne û di êrîşan de bi qasî 130 kes ji wan yan hatine kuştin yan jî hatine revandin.
Jêder: Reuters