Sivîlên Filistînî li Kerta Gazayê roja Yekşemê li stragehan geriyan li başûrê Gazayê yê ku her diçe li pêş wan teng dibe, di demekê de ku Îsraîl ji esman, derya û erdê ve bombebaranên xwe li seranserê herêma dorpêçê zêde kirine.
Niştecihan got ku bombebaran li başûr, li ser Xan Yûnis û Rafah bûn û nexweşxane zehmetiyan dikişînin li beramber hejamra zêde ya birîndaran.
Şer, roja Îniyê piştî têkçûna agirbesta heft-rojî, dîsa dest pê kir.
Amerîka, hevalbenda herî nêzîk a Îsraîlê – bang li Îsraîlê kir ku ziyanê negihîne sivîlên Filistînî.
Li gorî Nivîsgeha Statîstîkên Filistînî, ta niha zêdetirî 15,400 hatine kuştin, piştî êrîşa Hamasê li ser başûrê Îsraîl di 7ê Cotmehê de ku 1,200 Îsraîlî kuştin û bêtirî 200 kes wek dîl hatin girtin.
Îsraîl dibêje ew ji bo tunekirina Hamasa ku ji bo hebûna dewleta Cihû metirsiyek nemanê ye tevdigere. Şerê niha bûye qonaxa herî bi xwîn di pevçûna bi dehan salan a Îsraîl û Filistîniyan de.
Niştecihên Gazayê roja Yekşemê got ew ditirsin êrîşeke bejayî ya Îsraîlê li ser herêmên başûr nêzîk be. Wan her wiha gor ku tankan rêya di navbera Xan Yûnis û Dêr El-Belah de li navenda Gazayê qut kirine.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ferman da Filistîniyan ku tavilê herêmên Xan Yûnis û derdora wê vala bikin. Wê nexşeyek belav kir ku balê dikişîne ser penagehên ku divê ew biçin rojavayê Xan Yûnis û başûr ber bi Rafah, li ser sînorê bi Misrê re.
Çavkanî: Reuters