Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Gaza Berdewam e û Hîn Ti Hewlên Dîplomatîk bi Ser Neketine


Îsraîlê îro Şemîyê hejmarek êrîşên esamnî birin ser kerta Gazayê û mîlîtanên Felestînî rokêt avêtin Til Avîv û hin bajarên din, û ti nîşanên bidawîhatina şerê hefteyekê ne diyar in.

Hejmara miriyan bilind bûye di encama gurkirina herî xerab de, ji 2014an ve, û ta niha hîn hewlên dîplomatîk nikarine şer rawestînin.

Leşkerên Îsraîlê avahîyek li bajarê Gaza hilweşand ku nivîsgehên ajansa Associayed Press ya Amerîkî û kenala Al-Jazîra ya ku bingeh li Qeterê ye, tê de bûn.

Îsraîlê pêşwext huşdarî dabû ku dê êrîşî avahîyê bike û got ku ew avahî hin tiştên tevgera hemasê vedihewîne.

Li Til Avîvê rûnişvan revîyan, di demekê de ku mîlîtanên Hemasê pêleka rokêtan avêt wir û rokêtek li taxa Ramat Gan ket û mêrekî 50 salî kuşt, li gor tîmên saxlemîyê.

XS
SM
MD
LG