Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Şerê Li Seranaserî Gazayê Tundtir Dike


Îsraîlê îro Şemîyê, di qonaxeke berfireh ya şerê xwe yê du mehan de, li Kerta Gazayê êrîşên dijî Hamasê ji bakur heya başûr domandin.

Şerê li bakur herî zêde li taxên bajarê Gazayê û heremên li bakurê wê pêk tê.

Rûniştvanên Xan Yunis îro ragihand ku hêzên Îsraîlî ferman didin xelkê ku ji heremeke din li rojavayê ku vê hefteyê êrîş kiribûn, vala bikin, jiber ku hizra êrîşeke nû dikin.

Li Xan Yunis, kuştî û birîndar bi şev gihîştin nexweşxaneya Nasir ya dorpêçkirî.

Nasir û nexweşxaneyeke din ya li başûr, el Aqsa li Dêr el-Bellah, ragihand ku di 24 saetên borî de 133 kuştî û 259 birîndar hatine tomar kirin.

Wezareta Saxlemîya Gaza îro got ku di êrîşeke Îsraîlê ya li Xan Yunis de 6 Filistînî û herwiha 5 din jî di êrîşeke cuda de li Refahê hatin kuştin.

Wezaretê jimara herî dawî ya kuştîyan wek 17,487 kes ragihand ku piranîya wan jin û zarok in.

Piranîya 2.3 mîlyon rûniştvanên Gazayê hatine neçarkirin ku malên xwe biterikînin. Şer li tevahîya Kerta Gazayê bi tundî didome û welatî û ajansên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin ku niha ti cîhek ewle tuneye ku xelk biçinê, lê Îsraîl vê yekê red dike.

Îsraîlê nahêle ku Filistînî rêya sereka ya bakur-başûr bikar bînin, û wan ber bi beravên Derya Spî ve vedigerîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG