Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Xelkê Xezayê Hîn Jî Dikarin Ji Bakur Derkevin


Leşkerê Îsraîlê Îro Yekşemê got, ew dê rê bide xelkê Xezayê ku devera bakur vala bikin û ber bi başûr herin, di demekê de ku hêzên Îsraîlî xwe ji bo êrîşeke bejayî li ser Xezaya di bin kontrola grûpa Hemasê de, amade dikin. Bi sedan hezar niştecihên bakur niha ji malên xwe derketine..

Li Xezayê karibidestan got, bêtir ji 2,300 kes hatine kuştin, çaryeka wan zarok in û nêzîkî 10,000 birîndar bûne. Berî heftiyekê Hemas êrîşeka ji nişkê ve bir ser Îsraîlê û bi sedan kes hatin kuştin. Hemas 126 kes ji Îsreîlê dîl girtine ku welatiyên Amerîkî jî di nav wan de hene.

Berî çend rojan, wezîrê drerve yê Amerîka Antony Blinken seredana herêma Rojhilta Navîn kir di hewlên dîplomasî de jibo azadkirina dîlên şer û rêgirtina li belavbûna şer li cihên din.

Hevdem, komîteya Parastina Rojnamevana kuştina vîdyogirekî ajansa Reutersê û birîndarkirina 4 rojnamevanên din şermezar kir.

Peyvdarê wezareta berevaniya Îsraîlê huşdarî da rojnamevanan û her kesekê din ku haya wan ji rastiya nûçeyên ku ji Xezayê tên ragihandin hebin.

Di konferanseke rojnamevanî de, General Jonathan Conricus vîdyoyeke teqînekê nîşan da têde otombêl hatine armanckirin û hat gotin ku Îsraîlê ew li başûrê Xezayê kirine armanc. Lê Peyvdarê leşkerê Îsraîlê hêzên wan çi êrîş ne kirine li wê herêmê. Wî got karbidestên Îsraîlê sivîl li herêma bakurê Gaza agahdar kirine ji herêmê derkevin.

Conricus got, em dixwazin xelkê Xezayê ber bi başûr herin. Wî hinek wêneyên rêyan nîşan dan û got Hemas rê li xelkê digire dema dixwazin herin başûr. Dengê Amerîka ne kariye cihê wan wêneyan piştrast bike.

Peyvdarê Îsraîlê got, Hemas zorê li xelkê dike ku herêma bakurê Xezayê vala nekin, di demekê de ku Îsraîl amadekariyan ji êrîşekê re li wê herêmê dike.

Doh Şemiyê Xaça Sor a navneteweyî dilgiraniya xwe diyar kir li hember derdê mirovî di encama şerê navbera Hemas û Îsraîlê de û got karmendên wê dev ji wan kesên ku pêwîstî bi alîkariya wan heye, bernadin.

Wan bang li herdu aliyên şer kir ku qanûnên mirovanî yên nêvneteweyî berçav bigrin, sivîlan biparêzin û rê bidin rêkxistinên mirovî ku xwe bigihînin xelkê ku pêtivî bi alîkariyan heye.

Di daxweyaniyeka Xaça Sor û Heyva Sor de hatiye ku ew gelek ketine xema derdeseriyên mirovî ku di encama şerê heftiya borî de peyda bûne û sivîl bihayê wê yê giran didin.

XS
SM
MD
LG