Artêşa Îsraîlê îro Duşemê ser salvegera êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’yan hin agahî weşandin.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hêzên wan di salekê de li Kerta Gaza bombe avêtine ser pirtir ji 40,000 armancan, 4,700 tunel dîtine û 1000 rampayên firandina muşekan pûç kirine.
Li gor ragihandina artêşê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir 726 leşkerên wê hatine kuştin.
Artêş dîyar dike ku ji wan 380 di êrîşên 7’ê Cotmehê de hatine kuştin û 346 jî di pevçûnên Gaza de canên xwe ji dest dane.
Ji 7’ê Cotmehê vir ve 4,576 leşkerên Îsraîlî birîndar bûne û 56 leşker jî di qezayên operasyonê de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ji destpêka pevçûnan vir ve 300,000 leşkerên nû hatine sitandin ku ji wan 82 ji sedê mêr in û 18 ji sedê jî jin in.
Fermandarên Îsraîlê dîyar dikin ji destpêka pevçûnan vir ve ji Gaza 13,200 roket firandine welêt.
Fermandar herwiha dibêjin ku ji Lubnanê 12,400, ji Sûrîyê 60, ji Yemenê 180 û ji Îranê 400 roket hatine.
Pevçûnên li Gaza bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê gur bûn ku di wan êrîşan de li gor Îsraîlîyên 1200 kes hatin kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.
Pirtir ji 100 dîl hîn di destê Hamasê de ne.
Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha bi qasî 42,000 Filîstînî hatine kuştin.
Jêder: Reuters