Bijîşkên Filestînî dibêjin, êrîşeke asmanî ya Îsraîlî li ser malekê li Jabalia, sibeha Yekşemê, çend kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn, di demekê de ku hêzên Îsraîlî kampanya xwe li bakurê Gazayê zêde kir.
Bijîşkan got ku êrîşa nû zirar daye çend xaniyan li Jabalia, mezintirîn ji heşt kampên dîrokî yên penaberan li Kerta Gazayê, ku ev zêdetirî sê hefte ye navenda êrîşa leşkerî ya Îsraîlî ye.
Îsraîl dibêje hêzên wê piştî salekê ji şerê bi Hamasê re, vegeriyane bakurê Gazayê ji bo ku çekdarên grûpa mîlîtan ku li wir ji nû ve kom bûne ji holê rakin. Wê roja Înê got ku sê leşkerên wê di şer de li bakurê Gazayê hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di 24 saetên borî de "zêdetirî 40 terorîst" li devera Jabalia ji nav birine, û "hejmareke mezin a alavên leşkerî" dîtine.
Ji bilî vê, Îsraîlê got ku hêzên wê "şaneyeke terorîst" di dema rûbirûbûna nêzîk li navenda Gazayê ji holê rakirin.
Di vê navberê de, roja Yekşemê, ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînîyan WAFA ragihand, hejmara kuştiyên êrîşa esmanî ya Îsraîlê derengiya roja Şemiyê li ser taxeke niştecihbûnê li bajarokê Beyt Lahiya gihêşt 40 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê ragihand ku êrîşên artêşa Îsraîlê li ser bajarokên Jabalia, Beyt Hanûn û Beyt Lahiyê li bakurê Gazayê heta niha derdora 800 kes di êrîşa sê hefteyan de kuştine.
Şervanên Hemasê di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşî Îsraîlê kir û li gorî daneyên Îsraîlî 1200 kes kuştin û 250 jî dîl girtin.
Hejmara kuştiyên kampanyaya tolhildanê ya Îsraîlê li Gazayê digihêje 43,000 kesan, li gor Saxlemîya Gazayê.
Çavkanî: Reuters