Grûpa Îslamî ya Filistînî Hemas roja Şemiyê êrîşa herî mezin di nava çend salan de li ser Îsraîlê pêk anî. Êrîşeke ji nişkave ku zêdetirî 20 kes kuştin, tê de çekdar derbasî nav bajarên Îsraîlî bûn û pêleke rokêtan ji Kerta Xezayê hatin avêtin.
Îsraîl got grûpa ku Îran piştgirîya wê dike şer ragihand û artêşa wê piştrast kir ku şerê bi mîlîtanan re li çend bajarok û bingehên leşkerî yên Îsraîlî li nêzîkê Xezayê heye û serokwezîr Benjamin Netanyahu soza tolhildanê da.
"Dijminê me dê bedêleke ku qet nizane bide," wî got. "Em di şer de ne û em ê bi ser bikevin."
Xizmeta ambûlansê ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşê de heta niha herî kêm 22 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetirî 250 kes jî birîndar bûne, lê tê pêbînîkirin ku jimara wan zêde bibe.
Artêşa Îsraîlî got ku wê êrişên esmanî li ser Xezayê pêk anîne, li wir şahidan ragihand ku teqînên dijwar bihîstine û herî kêm 2 kes mirine.
Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemiyê got ku ew "bi tundî êrîşên terorîstî yên ku niha êrîşî Îsraîlê dikin şermezar dikin".
"Ez hevxemiya xwe ya temam bi qurbaniyan, malbatên wan û hezkiriyên wan re radigihînim," wî got.
Şêwirmendê pilebilind ê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî piştgirî da êrîşa Hamasê û ew wek "operasyoneke serbilindî" bi nav kir.
Rehîm Sefewî di civîna Tehranê ya ku ji bo piştgirîya zarokên Filistînî hat lidarxistin de got, "Em piştgirîya operasyona serbilindî ya Tofana Eqsayê dikin." "Em piştgiriyê didin vê operasyonê û em piştrast in ku eniya berxwedanê jî piştgiriyê dide vê mijarê."
Çavkanî: Reuters û AFP