Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Hemasê Telefonên Serbazên Wan Hack Kirine


Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê got wan hewildaneke gurûpa mîlîtanên tevgera Hemasê têk bir, ku xwestibû telefonên serbazên Îsraîlê hack bike, bi riya şandina wêneyên jinên ciwan li ser medya civakî û daxwazên dostaniyê û daxistina programên xerab.

Colonel Jonathan Conricus ji peyamnêran re got di van mehên dawî de telefonên bi dehan serbazan hatibûn hackirin, lê artêşê ew fêlbazî zû dît û nehîşt ti agahiyên girîng bigihin destê gurûpa îslamî ya çekdar.

Peyvdarê artêşê got:

“Li gor nirxandina me, ti hackirineka mezin a agahiyan nebûye.”

Conricus got ev hewildana sêyem a Hemasê ye ku bi riya hesabên sexte yên medya civakî serbazên mêr dike armanc û berî vê jî di sala 2018an de hewil da lê ev hewildan ji hemiyan pêşketîtir bû.

Wî got Hemasê hejmarek platformên medya civakî bikar anîn da xwe bigihînin serbazan, di nav de jî WhatsApp, Facebook, Instagram û Telegramê.

Gurûpê bi navên jinan, wêne, nivîs û deng ji serbazan re dişandin da ku wan bixapînin û agahiyan ji wan wergirin.

XS
SM
MD
LG