Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Hemasê li ser Agirbestekê Erê Dikin


Tevgera Hemas îro Şemiyê got wê agirbestek li gel Îsraîlê kir, piştî mehan ji girjiyan.

Tevî vê ragihandinê, tankeka Îsraîlê îro Şemiyê bingeheka Hemas li Gaza kir armanc, piştî ku Filestîniyan hewil da sînor derbas kin. Çi ziyan ne hatin ragihandin.

Peyvdarê Hemas Fewzî Berhûm di daxuyaniyekê de got:

“Li gel hewlên Neteweyên Yekgirtî û Misiriyan, em gihîştin (Rêkeftinekê) ji bo vegera rewşa aram di navbera aliyên Filestînî û Dagîrkerî yê (Îsraîlê) de.

Ragihandina vê agirbestê tê rojekê piştî kuştina serbazekî Îsraîlî û çar Filestîniyan di tundutijiya li ser sînor de.

XS
SM
MD
LG