Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Hamasê Dişibîne Êrîşên 11'ê Îlonê yên Dijî Amerîka


Karbidestên leşkerî yên Îsraîlê dibêjin ku êrîşên Hamasê yên roja Şemîyê dişibin êrîşên 11’ê Îlonê yên dijî Amerîka.

Fermandarê Îsraîlî Nir Dinar got ku êrîşên Şemîyê wek êrîşên 11’ê Îlonê yên Îsraîlê ne û ew niha di nava şer de ne.

General Jonathan Conricus jî êrîşên Hamasê û êrîşên 11’ê Îlonê yên li Amerîka dan ber hevdu û got dibe ku êrîşên li Îsraîlê wek ku êrîşên Pearl Harbor û êrîşên 11ê Îlonê bidî ser hevdu ye.

Conricus dîyar kir ku Îsraîl di rojên xwe yên herî xirab de ye û berê ti carî ewqas Îsraîlî bi êrîşeke wiha nehatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê radigihîne ku wê sînorê Gaza jinûve kontrol xistiye destê xwe.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari dîyar kir ku li dîwarê Gaza bi çekdarên Filistînî re kêm pevçûn çêdibin.

Berî vê daxuyanîyê, artêşa Îsraîlê dîyar kiribû ku li axa welêt li 7-8 cîhan pevçûn didomin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG