Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi êrîşên esmanî yên li Gaza du berpirsên payebilind yên Hamasê hatine kuştin.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku endamên Hamasê Zakaria Ebu Muamer û Cevad Ebu Şamal îro Sêşemê bi operasyonên li Xan Yunisê canên xwe ji dest dane.
IDF dîyar kir ku Şamal berpirsê aborîya Hamasê bûye û wî rêberîya êrîşên dijî hemwelatîyên Îsraîlê kiriye.
Li gor ragihandina IDF, Muamer jî peywendîyên navneteweyî yên Hamasê çêdikirine û planên kiryarên terorîst bi rêve birine.
Hamasê kuştina her du endamên xwe piştrast nekir, ti agahî neda.
Jêder: AFP