Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du karbidestên Misirê ragihand ku li başûrê Gaza agirbest hatiye ragihandin.
Reutersê dîyar kir ku li gor agirbestê derîyê sînor yê Refahê ya navbera Gaza û Misirê wê jibo demeke kin were vekirin.
Serokwezîrîya Îsraîlê ragihand ku agirbest çênebûye û Hamasê jî dîyar kir ku ew ji agirbestê ne agahdar e.
Li gor nûçeya Reutersê, jibo agirbestê Misir û Amerîka navbeynkarî kirine, lê Balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê ser nûçeyê ti daxuyanî neda.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Yekşemê bi karbidestên Misirê re ser alîkarîyên jibo Gaza peyivîbû û gotibû ku derîyê sînor yê Gaza û Misirê jibo alîkarîyê dikare vebe, lê wî ti hûrgilî nedabû.
Medyaya Amerîkî jî ragihandibû ku çaverê ye derîyê sînor di demeke kin de vebe.
Jêder: Reuters, AFP