Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkera Îsraîlî ya Hamasê Dîlgirtbû Serbest Hat Berdan


Leşkera Îsraîlî Ori Megidish tevî malbata xwe piştî rizgar kirinê.
Leşkera Îsraîlî Ori Megidish tevî malbata xwe piştî rizgar kirinê.

Artêşa Îsraîlî roja Duşemê ragihand, ku leşkera jin ya ku di destê Hamasê de li kerta Gazayê dîl hatibû girtin, serbest berda.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesaba xwe yê platforma Xê wiha got "Nûçeya Lezgîm...Îşev leşkera artêşa berevankariyê Ori Megidish piştî ku ji aliyê rêxistina terorîst ya Hamasê ve hatibû revandin, serbest hat berdan."

Adraee dinvîse,"Leşkera jin, ji aliyê pizîşkî ve hat kontrolkirin û rewşa wê baş e û bi malbata xwe re hevdîtin kiriye."

Wî bal kişand ser wê yekê ku artêşa Israîlî û Şîn Bet dê berdewam bin bo azadkirina kesên revandî ûdîlgirtî.

Daxuyaniya azadkirina leşkereka Îsraîlî tê çend demjimêran piştî ku Hamas vîdyoyek belav kir ku tê de sê dîlên jin nîşan didin, ku serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu wekî "propagandaya derûnî ya zaliman e" binav kirbû.

Avichay Adraee piştre bû kenalê Frans 24 axivî û behsa plana artêşa Îsraîlê kir ya rizgarkirina dîlan û têkbirina Hamasê bi temamî.

Îsraîl dibêje di êrîşên 7’ê Cotmehê de herî kêm 239 kes hatin revandin û 1400 kes jî hatin kuştin.

Hamas dibêje ku ji wê demê ve zêdetirî 8.300 Filistînî di êrîşên tolhildanê yên Îsraîlê de li ser Gazayê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG