Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Fermandarê Enîya Başûr a Hizbullahê Ji Nav Dibe

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan Fermandarê Enîya Başûr a Hizbullahê Hacî Yûsif Îsmaîl Haşim ji nav biriye.

IDF li ser platforma X’ê got ku “Haşim ji alîyê Hêzên Deryayî yên Îsraîlê ve di êrîşeke li Beyrûtê de hat kuştin.”

“Fermandarekî payebilind û xwedî serbora bêhtirî 40 salî bû, û di Hizbullahê de kesayetîyeke navendî bû ku pêşengîya vejandina wê dikir û fermanên êrîşên li dijî Îsraîlê didan,” IDF got.

IDF di daxuyanîya xwe de dibêje ku Haşim "berpirsê yekîneyên Nessar, Ezîz, û Bedir bû, ku erka wan şerê dijî leşkerên IDF li başûrê Libnanê û avêtina rokêtan ber bi dewleta Îsraîlê ve ye.”

Wê anî ziman ku Haşim “yek ji cemserên serekî yên rêxistina terorîst a Hizbullahê bû û bêtirî 40 salî çalakîyên terorîst dikirin.”

Tê zanîn ku IDF roja 30'ê Adarê jî ragihand ku wan Hemze Îbrahîm Rakîn, Cîgirê Fermandarê Yekîneya 1800'î ya Hizbullahê, ligel berpirsê yekîneyê yê operasyonan ji nav bir.

Li gor IDF, Rakîn "di navbera Hizbullah û rêxistinên terorîst ên Filistînî de kar dikir, û yekîneya wî, 1800, berpirsiyara hevrêzîya di navbera Hizbullah û rêxistinên terorîst ên Filistînî yên ku li Libnan, Xeze, Sûrîyê û herdu navçeyên Yehûda û Samerayê (Kenara Rojava) kar dikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG