Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Me li Bêhtirî 250 Cihên Hizbullaha Lubnanî Xistiye

Artêşa Îsraîlê dibêje ji dema ku ew tevlî şer bûye ve, wê li bêhtirî 250 armancên Hizbullahê li Lubnanê xistiye, di nav de 100 cih tenê di 24 demjimêrên borî de.

Artêşa Îsraîlê got ku di armancan de fermandarên payebilind, avêjerên mûşekan, enbarên çekan û navendên fermandarîyê yên Hizbullah û komên çekdar ên din hebûn.

Rojnameya Israeli Times ragihand ku navendeke fermandarîyê ya Hizbullah li herêma Nebetîye û çend baregehên din li başûrê Lubnanê di êrîşên şevê de hatin wêrankirin.

Artêşa Îsraîlê her wiha got ku avêjerên mûşekan ên ku ji bo avêtina sê mûşekan li Tel Aviv û Heyfayê hatine bikaranîn, kêmtir ji demjimêrekê piştî êrîşê hatine destnîşankirin û wêrankirin.

Artêşa Îsraîlê texmîn kir ku piştî hişyarkirina ji bo valakirinê, nêzîkî 300,000 sivîlên Lubnanî ji gundên başûrê Lubnanê reviyane. Ji bo zêdetirî deh gundên din jî hişyariyên nû hatine dayîn.

Tevî biryara hikûmeta Lubnanê ya qedexekirina çalakîyên leşkerî yên Hizbullah, komê careke din êrîşên mûşekî û dronan li dijî Îsraîlê kir û berpirsîyarîya êrîşan girt ser milê xwe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG