Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşî Navendeke Sereke ya Berhemanîna Parçeyên Mûşekan ên Îranê Dike

IDF says airstrikes targeted arms factories throughout Iran yesterday
IDF says airstrikes targeted arms factories throughout Iran yesterday

Hesaba Farisî ya Artêşa Îsraîlê li ser platforma X'ê ragihand ku artêşa Îsraîlê di operasyonên şevê yên li dijî bingehên leşkerî yên Îranê de êrîşî yek ji du bingehên berhemhênana mûşekên balîstîk ên Îranê kiriye.

Ev bingeh ji alîyê Wezareta Berevanîyê ya Îranê ve ji bo pêşxistin û berhemanîna parçeyên mûşekên krîtîk û komkirin û xebitandina mûşekên balîstîk dihat bikaranîn.

Li gorî çavkanîyên Îsraîlê, êrîş beşek e ji hewldaneke sîstematîk ji bo lawazkirina şîyanên berhemanîna pîşesazîya leşkerî ya rejîma Îranê.

Li gorî artêşa Îsraîlê, êrîşa rasterast li ser bingehê şiyana Wezareta Berevanîyê ya Îranê ji bo berhemanîna parçeyên sereke yên mûşekên balîstîk bi awayekî berbiçav kêm kiriye. Ev bingeh yek ji du navendên taybet ên Îranê ye ku ji bo pêşxistina van sektoran girîng in.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku wê bi dehan bingehên din ên berhemanîna çek û cebilxaneyan jî armanc girtine, di nav de navendên berhemanîna motorên mûşekên balîstîk ên Wezareta Berevanîyê ya Îranê, bingeheke berhemanîn û enbarkirina çekan, bingeheke berhemanîna motorên dronan û navendeke leşkerî ya Îranê ji bo sîstemên berevanîya esmanî ji bo gihandina ziyanê bi balafiran.

XS
SM
MD
LG