Baskê leşkerî yê Hamasê, Tugayên El-Qasam ragihand ku di operasyona Îsraîlê ya rizgarkirina rehîneyan de, ku li kampa penaberan ya El Nuseyrat ya li navenda Gaza û li dora wê li dar ketibû, hin rehîne hatine kuştin.
Berdevikê El-Qasam Ebu Ubeyde li ser Telegramê dîyar kir ku Îsraîlê bi ‘’komkujiyên hovane hin rehîne xilas kirine, lê dema operasyonê hinek jî kuştine’’
Karbidestên Hamasê dîyar dikin ku hêzên Îsraîlî roja Şemîyê 4 rehîne, ku ji Comehê vir ve di destê Hamasê de bûn, rizgar kirine, lê bi êrîşên esmanî li heman herêmê pirtir ji 200 Filîstînî kuştine.
Hîn zelal nebûye ku operasyona rizgarkirina rehîneyan û êrîşên esmanî yê Îsraîlê bi hevdu ve girêdayî ne yan ne, lê her du êrîş jî li herêma El Nuseyrat çêbûn ku li wir pevçûnên gur diqewimin.
Ebu Ubeyde ser operasyona roja Şemîyê got ku ewê jibo ‘’rehîneyên dijmin metirsîyên mezin çêkin û bi awayekî neyênî bandorê li şert û jîyanên wan bikin.’’
Piştî heşt mehan ji şerê wêranker yê li Gazayê ku ji ber êrîşa Hamasê ya 7ê cotmehê dest pê kir, li gorî çavkaniyên Îsraîlî hêjî 116 rehîne ji hejmara nêzî 250 kesên ku ji hêla çekdarên Filistînî ve hatib
Jêder: Reuters