Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Çend Mûşekên Balistîk ji Îranê Hatine Avêtin

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Îsraîlê ragihand ku çend mûşekên balistîk ji nav axa Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Li gorî çavkanîyên leşkerî, sîstemên berevanîyê û dijî mûşekan ên Îsraîlê hewl dan ku li hember gefan bisekinin.

Fermandarîya Enîya Navxweyî ya Îsraîlê bi şandina peyaman ji telefonên destan yên niştecihên deverên bandordar re, rênimayên parastinê yên destpêkê dan.

Di peyaman de ji welatîyan hatiye xwestin ku aram bimînin, tavilê biçin cihên ewle û stargehan û heta agahdarîyek din li wir bimînin.

Rayedaran tekez kiriye ku derketina ji stargehan tenê piştî ku fermanek zelal û fermî were dayîn dikare bibe û pêgirîya bi rênimayan dikare jiyanan biparêze.

Piştî êrîşên giran ên Îsraîl û Amerîkayê li ser bingeh, enbar û avêjerên mûşekan ên Komara Îslamî ya Îranê, di rojên dawî de tundî û hejmara êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Îsraîlê hêdî hêdî kêm bûye.

Wekî din, hin mûşekên Îranê karîne ji parastina dijî mûşekan a Îsraîlê derbas bibin û bigihêjin cihên wekî Beyt Şemş û Tel Aviv.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku heta niha ti qurbanî nehatine ragihandin.

Rojnameyê her wiha nivîsand ku Îranê gef xwarîye ku eger Îsraîl û Amerîkayê hewl bidin Komara Îslamî hilweşînin, ew ê santrala navokî ya Dîmona bike armanc.

Di heman demê de, rojnameya Brîtanî The Telegraph ragihand ku xuya ye rejîma Îranê şiyana destpêkirina êrîşên mûşekî yên mezin winda kiriye.

Li gorî rojnameyê, Komara Îslamî hejmara mûşekên balîstîk ên ku di 24 demjimêran de diavêje pir kêm kiriye.

XS
SM
MD
LG